Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî perwerdeya online dide

Mala Zanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku ji ber nexweşiya vîrusa Covîd-19 li tevahiya welêt navber da perwerdeya rûbirû, ji bo zarok ji dersên xwe paşve nemînin, perwerdeya bi online da destpêkirin. Bi hezaran şagirt dê ji vê perwerdeyê sûdê werbigirin.

Mala Zanînê ya bi ser Midûrtiya Şaxa Ciwanan a bi ser Serokatiya Daîreya Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku li seranserê welêt perwerdeya rûbirû ji ber vîrusê hate rawestandin û derbasî perwerdeya ji dûr ve bû, wê jî perwerdeya online da destpêkirin.

Hate destnîşankirin ku Mala Zanînê bi pergala perwerdeya online dersa matematik, fenê, turkçe, zanistên sosyal, zanista dîn û exlaqî dide. Bernameya dersan di pergala Mala Zanînê de hatiye destnîşankirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan