Şaredarî rê nade dagirkirina erdê bêizin
Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Midûrtiya Asayîşa Bajêr bi operasyoneke hevbeş dagirtina bêizin a erdên ber Sûran bi dawî kir.
Serokatîya Daîreya Zabiteyê a Şaredariya Bajarê Mezin, li dijî dagirkirina erdên bê destûr xebatên xwe bê rawestan didomîne. Ekîbên bi ser Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, ligel ekîbên Asayîşa Bajêr û Zabiteya Şaredariya Sûrê li dijî dagirkirina ber Sûran operasyoneke hevbeş li dar xist û dagirkerî bi dawî kir.
Ekîban, berê hişyarî kiribû ku wan deveran vala bikin, lê ev 15 dever nehatibûn valakirin, lewra zabiteyê destêwerdanek kir û ew 15 cih paqij kirin. Ekîban, deriyên hesin ku bi sûran ve kiribûn, cihên bo çayxane û p^lîstokan hatibûn amadekirin, hilanîn û birin Amîrtiya Zabiteyê ya li Qantarê. Hate diyarkirin ku zabite dê bi seranserê bajêr destêwerdanên bo erdên destbiserkirî bidomîne.
