Şaredarî rê û rêbaran ji berfê paqij dike
Şaredariya Bajarê Mezin, li 57 gundên bi ser 10 navçeyan ku befir lê barî û rê û rêbar hatin girtin, zend û bendên xwe badan û dest bi malîna rêyan ji berfê kir. Şaredariyê 643 km rê ji berfê paqij kir.
Ji duh ve ye li navçeyên Erganî, Pîran, Çangûş, Çermûg, farqîn, Hanê, Pasûr, Lice, Hezro û Karazê ji ber barîna berfê rêya 57 gundan bi ser van navçeyan ve hate girtin, Şaredariya Bajarê Mezin jî, di bin Serokatiya Daîreya Sehbêriya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê dest bi xebata paqijkirina rêya van gundan kir. Şaredariyê dê 57 gundan dîsa vekir û 643 km rê ji berf û barenê malişt.
Mînîbûsa averê bûyî û nexweşek hatin rizgarkirin
Li gundê Yaylacika bi ser Çermûgê gundiyek nexweş ket û hawara xwe ji Şaredariya Bajarê Mezin xwest. Şaredariyê rêya gund ji berfê malişt û gundiyê nexweş gihand nexweşxaneyê. Nexweş li Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê ji bo tedawîkirinê hate razandin.
Ji aliyê din ve li gundê Yuvacik ê bi ser Pasûrê mînîbûsa gund ji ber berfê ji rê averê bû û şaredarî di hawara wê d eçû û ew xilas kir.
