Şaredarî sehbêriya maskeyê dike
Serokatiya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya tevdîrên bi boneya Koronovirûsê (Civîd-19) de ku li 81 bajaran bi hemwextî bi fermana Wezareta Navxweyî hatiye destpêkirin, li bajêr venêrtinek boneya maskeyan pêk anî.
Serokatiya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya tevdîrên bi boneya Koronovirûsê (Civîd-19) de ku li 81 bajaran bi hemwextî bi fermana Wezareta Navxweyî hatiye destpêkirin, li wesayitên komsiwarîyê û marketan venêrtinek boneya maskeyan pêk anî. Dema venêrînê ekîbên zabiteyê hişyarî der barê nexweşiyê de kirin, ji welatiyan hate xwestin ku hişyar bin, çimkî virûs gelekî berbelav e û xetere gelekî zêde ye.
Sehbêrî li komsiwarî û firoşgehan hate kirin
Ekîbên Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, li rawestgehên welatî gelek bi kar tînin û boşahiya mirovan lê heye, komwisarî seh kirin. Ekîbên Zabiteyê, kontrola wê yekê kir ka otobûs û mînîbûs qasî hatiye diyarkirin rêwiyan hildidin, ka rêwî û şofêr maskeyan didin ber dev û lêvên xwe û pê re belgeya dezenfekteya rojane jî kontrol kir. Ekîbên otobûsên derî giştînameya tevdîran tevgeriyane hişyar kirin û hinan ceza li wan birî.
Pê re ekîbên zabiteyê, firoşgeh seh kirin, di warê maske û dezenfekteyê de çavdêrîya xebatkaran kirin. Şaredariyê daxuyand ku venihêrtinên wan bi boneya virûsê dê berdewam bin.
