Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî şorbeya germ îkramî gel dike

Şaredariya Bajarê Mezin li sê deverên bajêr “Kaniya Îkramê” daniye, nava hefteyê her roj şorbeya germ îkramî hezar û 500 kesî dike.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe di çarçoveya şaredartiya sosyal de dimeşîne. Şaredariya Bajarê Mezin, li ber Nexweşxaneya Lêkolînê, Nexweşxaneya Jin û Zarokan û Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê “Kanîya Îkramê” daniye, nava hefteyê her roj şorbeyê dide hezar û 500 kesî. Her weha Şaredarî roja şemî û yekşemiyê li Gelê şorbeyê dide 750 kesî û rojên yekşemê li ber Mizgefta Mezin şorbeya germ dide 750 kesên din.

Welatiyan jî bal kişand ku danê sibê li nexweşxaneyan îkramkirina şorbeya germ xizmetekî gelekî giring e û ji bo vê spasiya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, dê demsala zivistanê ji Kaniyên Îkramê şorbeya germ îkramî welatiyan bike. Ev îkram bêpere tê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan