Şaredarî xeta WhatsApp aktîve kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hefteyê 7 roj, rojê 24 saet xizmeta welatiya bike û demildest daxwazên wan werbigire, xeta 0501 121 21 21 ya WhatsAppê aktîve kir.
Serokatîya Daîreya Têkiliyên Gel û Çap û Weşanê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo demildest pirs û pirsgirêkan werbigire û rêyên çareseriyê jê re peyda bike, ji bo xizmetguzariyeke baştir ji welatiyan re bîne cih xeta 0501 121 21 21 ya WhatsAppê aktive kir. Bi vê xetê şaredarî hefteyê 7 roj û rojê 24 saet dê li ber xizmeta xelkê bajêr di amadebaşiyê de be. Tê xwestin welatî pirsg û kêşeyan bi wêne û vîdeoyan jî bigirin û ji xeta destnîşankirî re bihinêrin.
Li ser xeta WhatsAppê, peyamên wleatiyan tê di cih de bo rayedaran bêne neqilkirin û bo çareseriyê dê şaredarî zend û bendan bade.
