Şaredarîyê şitlên tûreşkan dan cotyarên Erxenî û Çermûgê
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta piştgiriya cotyaran bi giştî 3 hezar şilt û ajdarên dara tûreşkê li 120 cotyarên Erxenî û Çermûgê belav kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta pêşxistina hilberîna xwecihî da ku şênî bi asanî bikaribin xwe bigihînin fêkî û zerzewatên paqij û bi tendurist, her weha bi mebesta çandina tûreşkan û doşav/dimsê tûreşkan zêdetir bibe, li Erxenî û Çermûgê, 130 ajarên tûreşkan li 3 hezar gundiyên rêncber belav kir.
Ekîbên bi ser Serokatiya daîreya Xizmetên Gundewaran, piştî belavkirina ajarên dara tûreşkê cotyar der barê sexbêriya wê de hatin agahdarkirin.
