Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê broşûrên der barê virûsê de belav kirin

Ekîbên bi ser Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, broşûrên der barê parastina ji Koronavirûsê (Covid-19) ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatiye amadekirin, li esnaf û welatiyan belav kir û daxwaza guhdana van pîvanan li welatiyan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, beramberî Koronavirûs (Covid-19) ku li tevahiya dinyayê belav bûye û li welatê me jî heye seranserê bajêr xebatên dezenfektekirinê dimeşîne, ji aliyê din ve ekîbên bi ser Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, broşûrên der barê parastina ji Koronavirûsê (Covid-19) ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatiye amadekirin, li esnaf û welatiyan belav kir û daxwaza guhdana van pîvanan li welatiyan kir.

Ekîbên Zabiteyê li navçeya Sûrê, li cadeyên Gazî, Melikehmed û Hz. Silêman serdana esnafan kir û der barê koronavirûsê de esnaf hişyar kirin. Ekîbên Zabiteyê daxwaz ji welatiyên kirîger kir ku guhdana pîvanên parastina dijî virûsê bikin û broşûr li esnaf û welatiyan belav kirin. Di van broşûran de hatiye nivîsîn ka “Koronavirûs Çi ye?”, “Ev Virûs Çawa Belav Dibe?”, “Emarên Vê Virûsê Çi Ne?”, “Divê Mirov Çawa Xwe Jê Biparêze?”, “Wexta Emarên Wê Diyar Bûn Divê Mirov Çi Bike?” û “Pirsên Gelek Caran Tên Kirin” di broşüre de hene.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan