Şaredariyê kampanyaya xwînê dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya Hefteya Qizilayê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin kampanyaya dayîna xwînê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu jî xwîn da.
Bi boneya 29ê Kewçêrê û 4ê Mijdarê Hefteya Qizilayê Şaredariya Bajarê Mezin kampanyaya dayîna xwînê bi beşdariya Walî Hasan Basrî Guzeloglu da destpêkirin.
Walî Guzeloglu, li otobûsa dayîna xwînê nirxên xwînê tetkîk kirin û tansiyona xwe pîva û paşê xwîn da. Walî Guzeloglu bang li xelkê kir ku werin xwînê bidin û got ku xwîn dayîn erkekî mirovahiyê ye. Ligel Walî Guzeloglu, Sekreterê Giştî Muhsîn Eryilmaz, Midûrê Bajêr ê Tenduristiyê Sait Avşar û serekên daîreyên şaredariyê û hinek xebatkaran jî beşdarî di vê kampanyayê kir û xwîna xwe da.
