Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê li Îzmîrê xwarina germ li 110 hezar kesî belav kir

Piştî li bajarê Îzmîrê erdheja bi tundiya 6.6 pêk hat, Şaredariya Bajarê Mezin bi aşxaneya xwe ya seyar xwe gihand hawarê û di 22 rojan de xwarina germ sê danî li 110 hezar kesî belav kir.

Li bajarê Îzmîrê 30’ê kewçêrê saet 14:51’ê erdhejek bi tundiya 6.6 pêk hat û pê re Şaredariya Bajarê Mezin bi talîmala Waliya Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo xwe bigihîne hawara mexdûrên erdhejê aşxane şande cihê erdhejê. Ev aşxane rojane dikare ji 5 hezar kesî re xwarina germ bipêje. Aşxaneyê karê xwe yê li Îzmirê qedand û vegeriya Amedê.

Aşxaneyê li cihê erdhejê bi ekîbek 15 kesî di bin kordînasyona AFAD’ê de 22 rojan bêrawestan sê danan xizmet da mexdûrên erdhejê. Aşxaneyê 22 rojan xizmeta erdhejdîtiyên Îzmîrê kir û xwarin li 110 hezar kesî belav kir. Aşxaneya geride ya Şaredariya Bajarê Mezin roj 24 saet di xizmeta her dera ku afatek lê biqewime de ye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan