Şaredariyê li navçeya Sûrê 170 km rê çê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, di encama xebata çêkirin û çaksaziya rêyan li gund û taxên navçeyê Sûrê de 170 km rê çê kir û çaksaziya rêyan pêk anî.
Şaredariya Bajarê Mezin, li navneda bajêr û navçeyan bi xebatên çêkirin û çaksaziya rê û rêbiwaran berdewam e. Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Kordînasyona Binesaziyê zend û bendên xwe şidandin û li gund û taxên Sûrê xebata çaksaziya rêyan meşand. Di emcana vê xebatê de 170 km rê hate çakkirin.
Ekîbên Şaredariyê li gundê Oguzlar, Konacak û Mecnesarê 18 kîlometir rê çê kir. Di xebata çaksaziyê de ekîbên şaredariyê kort û şûvên li rêyan vebûne dagirtin û paşê rê asfalt kirin. Ji ber vê xizmeta Şaredariya Bajarê Mezin gundiyan kêfxweşiya xwe derbirî û spasiya rayedaran kir.
