Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê maske li pîrûkalan belav kirin

Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku ew ê maske û kolonyayê li salmezinên di ser 65 saliyê re belav bikin Şaredariya Bajarê Mezin zend û bend badan, ji bo pîrûkalên hewceyî bi destgiriyê heyî li malên wan paqijî û dezenfente kir.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Qesra Çankayayê bi boneya Koronavirûsê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û tê de destnîşan kir, ji bo berevaniya bi nesaxiya “kovît-19” re wan biryar daye ji bo salmezinên 65 salî û di ser wê re maske û kolonyayê belav bikin. Ligel vê Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu ji Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin xwest demildest malên pîr û kalan dezenfekte û paqij bikin. Piştî paqijîyê ekîbên şaredariyê setên saxtiyê ku ji maske, kolonya, destik û şampuanan pêk tê li temenborandiyan belav kirin.

Pîr û kalan ji ber vê xebata şaredariyê kêfxweşiya xwe derbirîn û spasiya karbidest û rayedaran kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan