Şaredarîyê pêlîstok dan zarokên bi losemî
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya balê bikêşe ser nexweşiya losemiyê di navbera 2-8ê mijdarê de ku wek “Hefteya Zarokên Bi Losemî ye” pêlîstok li zarokên losemî yên li servîsa Onkolojî ya Nexweşxaneya Zarokan a Fakulteya Tipê belav kirin.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 2-8ê Mijdarê “Hefteya Zarokên Bi Losemî” serdana zarokên bi losemî yên li beşa Onkolojî ya Nexweşxaneya Zarokan a Fakulteya Tipê kir û pêlîstok li zarokan belav kirin.
Ekîban, pêlîstok diyarî 25 zarokan kirin û gel malbatên wan rûniştin, daxwaza saxî û silametiyê li wan kirin.
