Şaredariyê peymana bi karkerên xwe re nû kir
Şaredariya Bajarê Mezin, peymana bi karkerên xwe re nû kir û Waliyê Diyarbekirê der barê peymanê de got: “Ji bo me tu ferqa xebatkarên şîrketê û xebatkarên bi kadro nîn e. Me mehmiza karkeran ê herî kêm ji sedî 47 zêde kir, bila bi xêr û xweşî be.”
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, peymana tomerî bi xebatkarên di bin banê Personel A.Şyê de dixebitin re mohr kir û aşkere kir ku bi vê peymanê re êdî tu ferqa navbera karmend û karkerên şaredariyê de nemaye.
Merasîma mohrkirina girêbestê bi slogana “Ji Bo Xizmetguzariyê Me Ji Nû Ve Li hev Kir” li Navenda Çand û Kongreyan hate pêkanîn û peyman di navbera Waliyê Diyarbekirê Karaloglu û Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkeran a Tirkiyeyê Remzî Çalişkan de hate îmzekirin.
