Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê rêya Diyarbekir û Erganiyê paqij kir

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu li ser peyarêk û refûjên derwezayê navçeya Erganiyê û rêgeha rêka Elezîzê xebata paqijkirin û malînê da destpêkirin.

Serokatîya Daîreya Kontrolkirin û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bêrawestan xebatên paqijiyê li ser bulvar, cade û kuçeyên bajêr dimeşîne. Serokatîya Daîreya Kontrolkirin û Parastina Jîngehê, bi ser fermana Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li ser rêya Diyarbekir û Elezîzê heta derwazeyê navçeya Erganiyê refûj û peyarêkên her du milên rê malîn û ji gend û gilêşan paqij kirin.

Xebata malînê şaredariyê bi 12 xebatkar û 4 wesayitên malînê meşand, bi vê xebatê re şêniyên Erganiyê dê bi rehetî û ser rêyeke paqij bikaribin biçin navçeya xwe.

Serokatiya Daîreya Kontrolkirin û Parastina Jîngehê, li navenda bajêr û navçeyan ji bo welatî li warekî paqijtir bijîn dê xebatên xwe yên malîn û paqijkirinê berdewam bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan