Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê sehbêriya bo cejnê şidand

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tenduristiya gel biparêze û welatî xwe bigihînin mal û berhemên pêbawer berî Cejna Qurbanê, li market, qesab, pastaxane û kargehên şîrînahiyan sehbêriyên xwe zêde kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tenduristiya gel biparêze û welatî xwe bigihînin mal û berhemên pêbawer berî Cejna Qurbanê, sehbêriyên xwe yên bo kargehan şidandin. Bi vê mebestê ekîbên şaredariyê saxtî li market, qesab, pastaxane û kargehên şîrînahiyan kirin.

Ekîbên Kontrolkirina Zexîreyê yên Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê, li seranserê bajêr dest bi sehbêriya market, qesab, pastaxane û şîranîfiroşan kir. Ekîb, li mal û berheman dinêrin, malên kevin û wexta wan bi ser de çûyî berhev dikin, paqijiya cil û bergên xebatkaran, paqijiya kargeh û dukanan kontrol dikin. Bi vî awayî ekîbên şaredariyê bang li welatiyan kir, gava tiştekî dikirin li dîroka wan a bikaranîna dema dawîn binêrin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan