Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê zarok kêfxweş kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya betlaneya nîvsalê zarok demeke xweş derbas bikin şano pêşkêş kir û ji bo xwendekarên xwe bo LGSê amade dikin jî piştgiriya cil û qirtasiyê kir.

Midûrtiya Şaxa Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên nîvsaleya 2019-2020ê ya Perwerde û Hîndekariyê bi dawî kirî û ketine betlaneyê, tatîla xwe xweş û sûdewer derbas bikin, bernameya şanoyê li dar xist. Zarokên li yarîgehên zarokan ên li Sumerparkê dixwînin jî beşdarî van şanoyan bûn.

Şano, li şanogehên Sumerparkê hatin lîstin û 120 zarokan tê de beşdarî kir. Lîstika bi navê Biyanîyê li Çewlikê gelek bala zarokan kişand. Ji ber vê bernameyê zarokan spasiya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kir.

Ji bo xwendekarên LGSê jî alîkariya qirtasiyê hat kirin

Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji Bankeya Cilan a di bin banê xwe de hevkariya cilûbergan li malbatên destteng dike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo xwendekarên xwe bo ezmûna LGSê amade dikin jî alîkariya cil û berg û qirtasiyê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan