Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kontrola bermahiyên tibî li saziyên tenduristiyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li saziyên tenduristiyê kontrola bermahiyên tibî kir. Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo ku tenduristiya gel û welatiyan ji zirara bermahiyên tibbî biparêzin di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Bermahiyên Tibbî" de li navend û navçeyan xebatên xw

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li saziyên tenduristiyê kontrola bermahiyên tibî kir.

Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo ku tenduristiya gel û welatiyan ji zirara bermahiyên tibbî biparêzin di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Bermahiyên Tibbî" de li navend û navçeyan xebatên xwe didomînin.

Ekîban li saziyên tenduristiyê yên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin de têkildarî berhevkirina bermahiyên tibî û depokirina wan ji hev cihê kontrol kirin.

Divê tedbîrên pêwîst bên girtin

Ekîbên ku li saziyên tenduristiyê nuqteyên berhevkirina bermahiyên tibî kontrol dikin hişyarî dan xebatkaran ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Di çarçoveya rêziknameyê de li hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên di nav sînorên şaredariyê de dê kontrol dem bi dem berdewam bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan