Hevşaredaran qadên projeyê seh kirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun qadên projeyê seh kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li cihên cuda yên bajêr qadên projeyê lêkolîn kirin. Hevşaredar ewil çûn Baxçeyê Nebatên Aromatîk ên Derman ên li ser Rêya Farqînê. Hevşaredaran baxçeyê giyayan ko
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun qadên projeyê seh kirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li cihên cuda yên bajêr qadên projeyê lêkolîn kirin. Hevşaredar ewil çûn Baxçeyê Nebatên Aromatîk ên Derman ên li ser Rêya Farqînê. Hevşaredaran baxçeyê giyayan kontrol kirin û der barê xebatê de agahî ji yekîneyên pêwendîdar wergirtin.
Kontrola li deverên projeyê
Piştre jî Hevşaredar çûn Baxê Fêkî ya Dîclekent a navçeya Kayapinarê û li baxçe geriyan. Hevşaredaran li ser qadên projeyên ku dê aboriya herêmî, hilberîn û îstîhdamê xurtir bike lêkolîn kirin û der barê projeyan de bi serokên yekîneyên têkildar re nêrînên xwe guherandin.
Yekîne ziyaret kirin
Hevşaredaran serdana kampûsa ku Rêveberiya Park û Baxçeyan, Parastin û Kontrola Jîngehê, Wezareta Geşedana Gundan û Rêveberiya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayî lê ne, kirin û avahiyên li kampusê lêkolîn kirin.
Hevşaredaran der barê projeyan de ji Serokê Daîreya Park û Baxçeyan Erdogan Dagdelen, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Îbrahîm Yalçin, Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer û Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayiyan Evîn Dînar agahî wergirtin.
