Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kargehên li derdora Zanîngeha Dîcleyê hatin kontrolkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gel bigihêje xurekên saxlem, li kargehên li derdora Zanîngeha Dîcleyê sehetî kirin. Ekîbên Kontrola Xwarinê yên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê kantîn, kafe, xwaringeh û çayxaneyên derdora Zanîngeha Dîcleyê kontrol kirin. Di kontrolan de der barê berhe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gel bigihêje xurekên saxlem, li kargehên li derdora Zanîngeha Dîcleyê sehetî kirin.

Ekîbên Kontrola Xwarinê yên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê kantîn, kafe, xwaringeh û çayxaneyên derdora Zanîngeha Dîcleyê kontrol kirin.

Di kontrolan de der barê berhemên ku divê neyên firotin de operator hatin agahdarkirin û qaîdeyên ku bên şopandin hatin bibîranîn.

Ekîban ji bo ku gel bigihêje xurekeke ewle, kontrolên xwe berdewam kirin, cihên kar ji aliyê teknîkî, fîzîkî û paqijiyê ve kontrol kirin, rapora statûyê amade kirin, dem dan kargehên kêmasiyan. Berhemên ku di kargehan de hatin dîtin û dema wan derbas bûbûn hatin desteserkirin û der barê kargehan de jî tedbîrên hiqûqî hatin girtin.

Di kontrolan de kargehên ku kêmasî lê hatin tesbîtkirin hat hişyarkirin ku ger sererastkirinên pêwîst neyên kirin dê tedbîrên qanûnî bên kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan