Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Beriya sersalê cihên şahiyê hatin kontrolkirin

Ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya sersalê cihên şahiyê kontrol kirin. Ekîbên Kontrola Xwarinê ya Midûriyeta Karên Tenduristiyê û ekîbên Midûriyeta Zabiteyan, beriya sersalê ji bo ewlehiya tenduristiya welatiyan kontrolên hevpar li cihên şahiyê kirin. Kontrolan danê êvarê dest p

Ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya sersalê cihên şahiyê kontrol kirin.

Ekîbên Kontrola Xwarinê ya Midûriyeta Karên Tenduristiyê û ekîbên Midûriyeta Zabiteyan, beriya sersalê ji bo ewlehiya tenduristiya welatiyan kontrolên hevpar li cihên şahiyê kirin.

Kontrolan danê êvarê dest pê kir û heta derengiya şevê dewam kir. Di kontrolan de dema berhemên li mekanan hatin lêkolînkirin, beşa metbexê ya aşxaneyê jî ji bo paqijiyê hatin kontrolkirin.

Ji bo aramî û tenduristiya gel wê kontrol berdewam bikin

Di saxbêriyan de ekîbên zabiteyan îcazeya ciyan jî kontrol kirin. Ji bo aramî û ewlekariya tenduristiya gel, ekîbên li qadê dê xebatên wekî kafe, cihên şahiyê, xwaringeh û fastfoodan kontrol bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan