Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak li navenda lênêrîna bi roj û malên bêhnvedanê seh kirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Navenda Lênêrîna Bi Roj û Xaniyên Bêhnvedanê ziyaret kir û li wir lêkolîn kir. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, piştî avakirina Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran ewil serdana Navenda Lênêrîna Bi Roj û Xaniyên Bêhnvedanê yên ku dê û bav bi hês

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Navenda Lênêrîna Bi Roj û Xaniyên Bêhnvedanê ziyaret kir û li wir lêkolîn kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, piştî avakirina Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran ewil serdana Navenda Lênêrîna Bi Roj û Xaniyên Bêhnvedanê yên ku dê û bav bi hêsanî bi roj zarokên xwe tê de bihêlin û di nav midûriyeta navborî de kir. Rawestgeha yekem a Hevşaredar Bucak ku li cihê xizmetê lêkolîn kir, Mala Bêhnvedanê ya li Yenîşehîrê bû. Hevşaredar Bucak şert û mercên fizîkî, rewşa paqijiyê û xebatên Malê lêkolîn kir û der barê asta perwerdeya taybet a zarokan û rewşa giştî de agahî ji rayedaran girt.

Hevşaredar Bucak piştre Navenda Jiyana Aktîv a Park Orman û Navenda Lênêrîna Bi Roj ya Huzurevleriya Kayapinarê ziyaret kir û xwest kêmasiyên hatine tespîtkirin di zûtirîn demê de bên çareserkirin. Hevşaredar Bucak her wiha der barê temîrkirin û çaksaziya navendan, rewşa nûjenkirin û rewşa kursan de jî agahî standin da ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet bi hêsanî karibin ji îmkanan sûd werbigirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz, Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran Îsmaîl Degîrmencî û endamên meclîsê bi Hevşaredar Bucak re hatin serdanê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan