Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

600 kg berhemên demborî hate desteserkirin

Di kontrolên xwarinê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin kirin de, 600 kîlo berhema ku dîroka wê ya bikaranînê derbas bûye hate desteserkirin.

Tîma Kontrolkirina Xwarinê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, ji bo parastina tenduristiya gel û dabînkirina gihîştina welatiyan a xwarina ewle, kontrolên xwe didomîne. Di çarçoveya kontrolên rûtîn ên ku ji aliyê Yekîneya Xwarinê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve tên meşandin de, bi giştî 600 kîlo berhemên ku li dijî kodeksa xwarinê ne û dîroka wan qediyaye hatin desteserkirin.

Li 7 kargehan tedbîrên hiqûqî hatin girtin

Di encama kontrolan de, li dijî 7 kargehên têkildar tedbîrên hiqûqî hatin sepandin û berhemên hatin desteserkirin jî li gorî qanûnê hatin tunekirin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku gel bigihîje xwarineke ewle, tendurist û hijyenîk, dê kontrolên xwarinê bidomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan