Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li wesayîtên veguhastina komî kontrola klîmayan hat kirin

Tîmên Zabita yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navenda bajêr kontrola klîmayan li wesayîtên veguheztina komelî kirin.

Serokatiya Daîreya Zabıtayê, ji bo ku welatî karibin bi rehetî rêwîtiyê bikin, kontrolên xwe yên klîmayê yên li wesayîtên veguheztina komelî ku di destpêka havînê de dabûn destpêkirin, didomîne.

Tîmên Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Zabitayê, di kontrolên xwe yên li nuqteyên cuda yên bajêr de, kontrol kirin ka klîma di wesayîtên veguheztina komelî de têne xebitandin an na. Tîman, wesayîtên ku li gorî rêziknameya wesayîtên veguheztina komelî tevnageriyan, hişyar kirin ku kêmasiyên xwe temam bikin.

Ji kesên ku klîmayê venakin re pêvajoya hiqûqî tê sepandin

Tîmên Zabitayê, şofêran hişyar kirin û diyar kirin ku li gorî rêziknameyê, di demsala havînê de vekirina klîmayê di wesayîtên veguheztina komelî de mecbûrî ye û ji kesên ku tevnegerin dê pêvajoya hiqûqî were sepandin.

Giliyên xwe ji 'ALO 153' re ragihînin

Tîmên Serokatiya Daîreya Zabitayê, xwestin ku kontrol bê navber bidomin û welatî pirsgirêkên xwe yên di veguheztina komelî de ji xeta piştgiriyê ya “Alo 153” re ragihînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan