Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Selçuk Mizrakli li Balafirgeha Amedê hat pêşwazîkirin

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli yê ku ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Edîrneyê hat berdan, li Balafirgeha Amedê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan û welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

KevneHevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli yê ku ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Edirneyê hat berdan, hat Amedê. Ji bo Mizrakli li Balafirgeha Amedê bernameya pêşwazîkirinê hat çêkirin. Di pêşwazîkirinê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevkên Meclisa ŞBM'ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn, hevserokên şaredariyên navçeyan, parlamenter, endamên meclisê, Cîgirên Sekreterê Giştî yên ŞBM'ê Zerîn Turk, Muhabbet Erdogmuş û Ozlem Tekîn, serokên daîreyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û welatî amade bûn.

‘Pêwîst e aştî di hafizeya civakî de cih bigire’

Mizrakli di bernameya pêşwazîkirinê de bi gotina “Merheba bajarê bîr û evînê” dest bi axaftina xwe kir. Mizrakli derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kirin û diyar kir ku divê di riya çareseriya aştiyane, demokratîk û bi rûmet de israr bê kirin. Mizrakli anî ziman ku aştî tenê di wê rewşê de dikare wateya xwe ya rastîn hebe ku di hemû çînên civakê û hafizeya civakî de cih bigire û di heman demê de xwedî taybetmendiyeke wiha be ku paşerojê ava bike; her wiha bal kişand ser giringiya birêveçûna vê pêvajoyê li ser zemînekî pêbawer û rastîn. Mizrakli destnîşan kir ku wekî daxwaza hiqûqa biratî û aştiyê, azadkirina siyasetmedar û girtiyên di girtîgehan de jî yek ji hêmanên giring ên vê pêvajoyê ye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan