Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Semînerek bona cigare û teknolojiyê

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ji zarokan behsa zirarên pêgiriya bi cigare û teknolojiyê ji zarokan re bike, li Mala Zanînê semînerek li dar xist.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Mala Zanînê ji bo xwendekarên vê derê semînerek der barê zirarên muptelatiya cigare û teknolojiyê li dar xist. Mebesta vê semînerê ew e ku hayê zarokan ji zirarên cigarekêşanê û zêde bikaranîna teknolojiyê çêbe.

Di semînerê de zirarên madeyên tîryak, cigare û muptelatiya teknolojiyê hate vegotin. Semîner ji aliyê Beşa Têkoşîna Dijî Tîryakê ya Hevrayê ve hate birêvebirin û tê de zirarên cigarekêşanê, zêde girêdana bi teknolojiyê hatin vegotin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan