Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserokan malbat bi tenê nehiştin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn beşdarî merasîma cenazeyên welatiyên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, bûn. Welatiyên di şewata ku di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derketî jiyana xwe ji dest dane, hatin definkirin. Hevserokên Bajarê Mezin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn beşdarî merasîma cenazeyên welatiyên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, bûn.

Welatiyên di şewata ku di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derketî jiyana xwe ji dest dane, hatin definkirin.

Hevserokên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn, dema ku malbatan cenazeyên xwe ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî, malbat bi tenê nehiştin.

Piştî karên otopsiyê, Hevşaredar bi malbatên ku cenaze wergirtin re çûn gundê Tobîniya û piştî definkirinê tev li merasîma sersaxîyê bûn.

Hevşaredaran sersaxî ji malbatên xemgîn re xwestin û diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin wê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide malbatan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan