Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun ji bo sersaxiyê serdana malbata Şenyaşar kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, piştî 6 sal û 4 mehan serdana navenda sersaxiyê ya ku ji aliyê malbata Şenyaşar ve hatiye avakirin ziyaret kir û sersaxî xwest. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, serdana sersaxiyê ya 6 sal û 4 meh şûnde ji bo Hacî Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, piştî 6 sal û 4 mehan serdana navenda sersaxiyê ya ku ji aliyê malbata Şenyaşar ve hatiye avakirin ziyaret kir û sersaxî xwest.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, serdana sersaxiyê ya 6 sal û 4 meh şûnde ji bo Hacî Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar ên di êrîşa 14ê Hezîrana 2018an de li navçeya Pirsûsa Urfayê jiyana xwe ji dest dabûn kir. Hevşaredar Hatun û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEMê Sevda Çelîk Ozbingol, hevşaredarên şaredariyê, rêxistinên sivîl û endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê malbata Şenyaşar ve hatin pêşwazîkirin.

Hevşaredar Hatun bi endamên malbata Şenyaşar re sohbet kir û sersaxî xwest.

Şaredariya Pirsûsê ziyaret kir

Piştre Hevşaredar Hatun li gel hevşaredarên Wan, Mêrdîn û Dêrsimê Şaredariya Pirsûsê ziyaret kir. Hevşaredar Hatun bi Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslîm Baran re der barê xizmet û xebatên şaredariyê de nêrînên xwe nirxand.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan