Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserokan xebatên vemirandina agirî kordîne kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin aAmedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi ekîbên agirkujiyê re çûn îtfaiyeyê. Rojane ji zêdetirî 80 şewatan re mudaxele tê kirin Midûriyeta Îtfaiyê li 17 taxan bi 16 şax, 59 wesayît û 88 xebatkaran bênavber xebatên xwe didomîne, rojane bi giranî midaxaleyî zêdetirî 80 şe

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin aAmedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi ekîbên agirkujiyê re çûn îtfaiyeyê.

Rojane ji zêdetirî 80 şewatan re mudaxele tê kirin

Midûriyeta Îtfaiyê li 17 taxan bi 16 şax, 59 wesayît û 88 xebatkaran bênavber xebatên xwe didomîne, rojane bi giranî midaxaleyî zêdetirî 80 şewatan dike.

Xebat bi esasê 24/7 tê meşandin

Di çarçoveya xebatên îtfaiyeyê yên 24/7an de di nav 24 saetên dawîn de 284 gilî hatin wergirtin.

Hevserok li meydanê ne

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî xebatên vemirandina agirpêketina li taxên Ovabag û Yeşîlbag navçeya Çinarê bûn.

Tîmên bi koordîneya Hevserokan agir beriya ku gur bibe xistin bin kontrolê û xebatên sarkirinê bi dawî kirin û herêm bi temamî xistin bin kontrola xwe.

Hişyariya Hevserokan ji bo neşewitandina prêzeyan

Hevserokan di hevdîtina bi şêniyên gundan re bal kişand ser wêraniya mezin a ji ber şewatê derketiye û ji welatiyan xwest ku prêzeyan neşewitînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan