Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şewatên li Farqîn û Çungûşê hatin vemirandin

Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeyên Farqîn û Çungûşê mudaxaleyî şewatên pirêze û daristanan kirin û agir vemirandin.

Li Farqîn û Çungûşê li herêmên pirêze û daristanî, ji ber sedemek nediyar şewat derketin. Li ser agahdarkirinê, tîmên Agirkujiyê zû çûn cihê bûyerê. Tevî şert û mercên zehmet ên eraziyê, şewat bi hewldanên dijwar ên tîmên Agirkujiyê hatin kontrolkirin û vemirandin. Ti ziyaneke canî çênebû.

L Farqînê şewata pirêzeyê hat vemirandin

Şewata ewil duh li taxa Selahedîn a Farqînê saet di 16.30’an de derket. Şewata pirêzê, bi alîkariya 6 wesayîtên agirkujiyê û 2 tankerên avê, di saet 01.00’an de hat kontrolkirin. Di şewatê de qadeke berfireh li taxên Korêt, Gulgulo û Sûsa û li devera Haldayê zirar dît.

Şewata daristanê danê sibê hat vemirandin

Li taxa Çevdere ya Çungûşê jî, şewata daristanê ya ku duh saet di 18.00’an de derketibû, danê sibê saet di 06.00’an de hat vemirandin. Şewata ku ji ber sedemeke nediyar derketibû, bi 4 wesayîtên agirkujiyê, 1 wesayîta Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Amedê û 2 tankerên avê hat mudaxalekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan