Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

Li Amedê 4’emîn Rojên Sînema ya Ewrûpayê dest pê dikin

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Agahdariya AB’yê ya DTSO’ya Amedê, 4’emîn Rojên Sînema ya Ewrûpayê di navbera 21-25’ê Cotmehê de 16 fîlmên bijarte yên ji welatên cuda yên Ewrûpayê derkevin pêşberî sînemahezan. Vekirina festîvala ku nîşandana fîlman tê de bêheqdest (belaş) e, dê di 21’ê Cotmehê de pêk bê.

4’emîn Rojên Sînema ya Ewrûpayê ku ji aliyê Serokatiya Navenda Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Agahdariya AB’yê ya DTSO’ya Amedê ve tê lidarxistin, amadekariyê dike ku 16 fîlmên bijarte yên ji welatên cuda yên Ewrûpayê derxe pêşberî sînemahezên Amedî. Festîvala ku dê di navbera 21-25’ê Cotmeha 2026’an de pêk bê, dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê be.

Festîval bi piştgiriya Heyeta Yekîtiya Ewrûpayê ya Tirkiyeyê, balyozxaneyên welatên endamên YEK’ê, enstîtuyên çandê û Navendên Agahdariya AB’yê yên li seranserê Tirkiyeyê tê organîzekirin. Festîval îsal li gel Amedê; li Antalya, Îzmîr, Samsun û Trabzonê jî di heman demê de dertê pêşberî sînemahezan.



Dewlemendiya çandî ya Ewrûpayê tê ser perdeya spî

Di hilbijartina fîlman de berhemên ji Avusturya, Belçîka, Danîmarka, Estonya, Fransa, Îrlanda, Îspanya, Îtalya, Letonya, Lîtvanya, Lûksemburg, Hollanda, Polonya, Portekîz, Yewnanistan û Swêdê cih digirin. Ev berhem dê dewlemendiya çandî ya Ewrûpayê bi zimanê sînemayê bigihîjînin temaşevanan.

Di bernameyê de ji komediyê heta dramê, ji belgefîlman heta anîmasyonê di gelek cureyên cuda de berhem hene. Fîlm; ji têkiliyên malbat û mirovan heta nasname û guherînê, ji muzîk û afirîneriyê heta mijarên civakî gelek babetên gerdûnî tînin ser perdeya spî.



Vekirina festîvalê dê di 21’ê Cotmehê de bê kirin

Vekirina festîvala ku di dirêjahiya pênc rojan de nimûneyên cuda yên sînema Ewrûpayê bêheqdest bîne ber destê sînemahezan, dê di 21’ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 18.00’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk bê.

Di dirêjahiya çalakiyê de sînemahez dê derfetê bibînin ku berhemên ku di bernameyê de wek nimûneyên herî nûjen û balkêş ên sînema Ewrûpayê tên pêşkêşkirin, bêyî ödemeyekê temaşe bikin.



‘Çîrokên cuda, hestên hevpar’

Kordînatorê Navenda Agahdariya AB’yê ya DTSO’ya Amedê Mehmet Nezîr Guneş bal kişand ku sînema di navbera çandan de qada peywendiyê ya bihêz ava dike. Guneş diyar kir ku ew kêfxweş in ku reng û dengên cuda yên sînema Ewrûpayê bi sînemahezên Amedî re tînin cem hev û wiha got:



“Amed dîsa bi hunerê re civiya. Em ê çîrok, cîhan û hestên sînemagerên ji welatên cuda yên Ewrûpayê li Amedê bi temaşevanan re bînin cem hev. Bi têgîniya ‘Çîrokên cuda, hestên hevpar’ em hemû sînemahezan vedixwînin festîvala xwe.”

Di bernameya festîvalê de 16 fîlm cih digirin

Di nîşandana ku dê di navbera 21-25’ê Cotmeha 2026’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk bê de, ev fîlm dê derkevin pêşberî temaşevanan:

Navên fîlman ên bi kurdî (Kurmancî):

  • Birqînên Dawî (Son Işıltılar / Glimmers)

  • Mehkûmê Têkçûnê (Kaybetmeye Mahkûm / Heads or Fails)

  • Birêz Hîço Dijî Putîn e (Bay Hiç Kimse Putin’e Karşı / Mr. Nobody Against Putin)

  • Dengê Min (Benim Sesim / My Voice)

  • Gloria!

  • Têkçûna Hevsengê (Denge Kaybı / Loss of Balance)

  • Keleka di nav Baxçeyî de (Bahçedeki Tekne / A Boat in the Garden)

  • Flow: Rêwîtiya Pisîkekê (Flow: Bir Kedinin Yolculuğu / Flow)

  • Tawis (Tavus Kuşu / Peacock)

  • Tamxweş / Bêtam (Leziz / Tasty)

  • Radyoya Şevê ya Atînayê (Atina Gece Radyosu / Athens Midnight Radio)

  • Em Hatin Revandin! (Kaçırıldık! / Kidnapped!)

  • Mirovên Xweşik (Hoş İnsanlar / Nice People)

  • Bi Bêhnçikî (Nefes Nefese / Breathing Underwater)

  • Jiyan û Evîn (Hayat ve Aşk / Life & Love)

  • Çar Dayik (Dört Anne / Four Mothers)

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan