Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîmên Şaredariyê hefte bi serketinê girtin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hefteya xwe bi serketinê girtin û di hentbol, voleybol û futbolê de li hemberî hevrikên xwe bi ser ketin. Diyarbekir Buyukşehir Belediyespora ku di bin banê Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hat avakirin, di pêşbirkên hentbol, voleybol û futbolê de reqîbên x

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hefteya xwe bi serketinê girtin û di hentbol, voleybol û futbolê de li hemberî hevrikên xwe bi ser ketin.

Diyarbekir Buyukşehir Belediyespora ku di bin banê Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hat avakirin, di pêşbirkên hentbol, voleybol û futbolê de reqîbên xwe têk bir.

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBByê ya ku di Lîga 2yemîn a Voleybolê de têdikoşe, li mala xwe û li pêşber^ş temaşevanên xwe bi setên 25-08, 25-19, 25-10 Tîma Voleybolê ya Gazîentapê Firat Ozkan 3-0 têk bir.

Di 8 pêşbirkan de 8 serkeftin

Tîma Handbolê ya DBByê di pêşbirka Lîga 2yemîn a Hantbolê ya Mêran de tîma Wanê ya Van Buyukşehir Belediyesporê bi skora 42-33 têk bir. Tîma Handbolê ya DBByê bi vê serketinê di Koma Gyê de bi 8 serkeftinan di 8 pêşbirkan de pêşengiya xwe ya bêşikeste didomîne.

Di Lîga Super Amatoran de Tîma Futbolê ya Diyarbekir Buyukşehir Belediyesporê di pêşbirka ku li tesîsên Şîlbê hat lîstin de Egil Asurspor 8-2 têk bir. Nûnera DBB'ê bi serketina 3 pêşbirkên dawîn di koma xwe de cihê xwe yê 4'emîn parast.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan