Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîma Handbolê ya DBByê lîderiya xwe ya bê têkçûn didomîne

Tîma Hantbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Koma G ya Lîga 2yemîn de bi serkeftina xwe ya 9emîn ra pêşengiya xwe ya bê şikestexwarin diparêze. Kuluba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin, di pêşbirkên hentbol, v

Tîma Hantbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Koma G ya Lîga 2yemîn de bi serkeftina xwe ya 9emîn ra pêşengiya xwe ya bê şikestexwarin diparêze.

Kuluba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin, di pêşbirkên hentbol, voleybol û futbolê de li hemberî hevrikên xwe bi ser ket.

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBByê ku di Lîga 2yemîn a Voleybolê da têdikoşe, li Salona Sporê ya Şehîtlîk Koşklerê li pêşberî qada xwe û temaşevanan bi setên 25-07, 25-17, 25-19 Tîma Voleybolê ya Îçkalesporê 3-0 têk bir.

Di 9 pêşbirkan de 9 serkeftin

Tîma Handbolê ya DBByê di pêşbirka Lîga 2yemîn a Hantbolê ya Mêran da Tîma YÎBO ya Mêrdînê Yeşîlli 35-27 têk bir. Bi vê serketinê Tîma Handbolê ya DBByê di Koma Gyê da bi 9 serkeftin di 9 maçan de lîderiya xwe ya bê şikeste didomîne.

Di Lîga Super Amatoran de Tîma Futbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Kocakoysporê li derve 8-0 têk bir. Nûnera DBByê di 4 maçên dawî da 4 ji 4an derket 4an û di koma xwe da derket pileya 2yemîn û ferqa puanê ya bi tîma lîder Diyar Înter daxist 1ê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan