Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serkeftina tîmên Şaredariyê di sporê de dewam dike

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ên Sporê, di pêşbaziyên lîgê yên handbol û voleybolê de serkeftina 3 qezencê bi dest xist. Di bin banê Serokatiya Xizmetên Ciwan û Sporê de hatiye avakirin, Sporê Bajarê Mezin a Amedê, di pêşbirkên fermî de bi serkeftina li hemberî reqîbên xwe bi ser ket. Tîma Mêran a H

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ên Sporê, di pêşbaziyên lîgê yên handbol û voleybolê de serkeftina 3 qezencê bi dest xist.

Di bin banê Serokatiya Xizmetên Ciwan û Sporê de hatiye avakirin, Sporê Bajarê Mezin a Amedê, di pêşbirkên fermî de bi serkeftina li hemberî reqîbên xwe bi ser ket.

Tîma Mêran a Handbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di yekem maça xwe ya Lîga 2'yan de li deplamanê bi 35-28 li hemberî Sporê Daristanê ya Çewlîgê bi ser ket.

Tîma Jinan a Voleybolê ya Şaredariyê ku di Lîga 2yan de dilîze, li deplasmana Dîlokê Kulûba Sporê ya Firat Ozkan bi encama setên 25-7, 25-12 û 25-20 bi 3-0 têk bir.

Di maça yekem a Lîga Keçên Ciwan ên Voleybolê de Tîma Şaredariyê, tîma Îçqele bi 3-0 têk bir û dest bi lîgê bi serkeftinê kir.

Tîma Futbolê ya Super Amatorê ya Şaredariyê jî, bi Îdmanyurda Diyarbekirê re 1-1 wekhev ma.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan