Sporvanên ku bûn şampiyonê Tirkiyeyê serdana DBBê kirin
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, sporvanên Kulûba Sporê ya Astengdaran a Kayapinara Amedê ku di Şampiyoniya Hilkişînê ya Tirkiyeyê de ji nav 29 bajaran bûn yekem, ezimandin. Şampiyonî ji aliyê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê ve li Bursayê hatibû organîzekirin.
Sporvanên Kulûba Sporê ya Astengdaran a Kayapinara Diyarbekirê ku di Şampiyoniya Hilkişînê ya Tirkiyeyê de ji aliyê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê ve di navbera 27-29ê Adarê de li Bursayê hatibû organîzekirin bûn yekem, serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucakê kirin.
Di serdanê de ku Hevberdevkê Meclîsê Ayhan Karatekin, Serokê Daireya Xizmetên Ciwan û Sporê Baran Yilmaz û Nûnerê Kulûbê Mehmet Emin Erdogan amade bûn, sporvanan serkeftinên ku di tevahiya turnuvayê de bi dest xistine parve kirin.
6 jê zêr, 11 madalya hatin qezenckirin
Sporvanên ku di turnuvayê de 6 zêr, 3 zîv û 2 bronz, bi tevahî 11 madalya bi dest xistin, Diyarbekir kirin yekemîn.
Hevşaredar Serra Bucak, sporvan û ekîba teknîkî yên ku ev serkeftin anîn bajar pîroz kir û daxwaza berdewamiya serkeftina wan kir. Bucak anî ziman ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin piştgiriya wan a bo sporê û organîzasyonên bi vî awayî ku tevlêbûna sporvanên astengdar a jiyana civakî peyda dikin, dê zêde bibe û berdewam bike.
