Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên paqijkirina sûrên dîrokî dewam dikin

Ekîbên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sûrên dîrokî yên ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de cih digirin, xebatên xwe yên paqijkirinê didomînin. Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê, di çarçoveya hemleya paqijiyê de li tevahiya bajêr xebatên xwe didomînin. Ekîb

Ekîbên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sûrên dîrokî yên ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de cih digirin, xebatên xwe yên paqijkirinê didomînin.

Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê, di çarçoveya hemleya paqijiyê de li tevahiya bajêr xebatên xwe didomînin. Ekîb ji bo ku paqijiya sûrên dîrokî misoger bikin û turîstên xwecihî û biyanî bi hêsanî karibin serdana avahiya dîrokî bikin bi baldarî dixebitin.

Paqijkirina peryodîk tê kirin

Piştî xebatên paqijkirina hemû birc û ber bedenan, ekîb bi kontrolên bênavber guhdana hindê dike ku sûr û meydanan daîm paqij bihêle.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan