Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Taksiyên Farqînê çûn îhaleyê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo taksiyên ticarî yên Farqînê ku bi maweyê 29 salan karibin lê bişuxilin 76 taksî ketin îhaleyê, ji bo 69 plakeyan pêşniyar hatin kirin.

Ji bo li karûbarên taksîvaniyê bikevin bin qeydan, rê li ber taksîvaniya korsan bête girtin û xizmetguzariya taksîvaniyê birêkûpêk bibe, bi maweyê 29 salan, îhaleya plakeya taksiyên ticarî hate kirin.

Îhale, li Navenda Kongreyan a Alî Emîrî di çarçoveya Qanûna Hejmar 2886’ê hate kirin û di bernameyê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan amade bû.

Kesên ji bo îhaleyê beşdar bûne, pêşniyar ji bo wergirtina rawestgehên Nexweşxaneya Nû, Postaxane, Depokirina Minîbûsan, Lîse, Belediye, Yenî Yola Diyarbekirê, Asayîş û TOKÎ li 69 plakeyan hate kirin.

Ji bo her plakeya bazirganî ji bilî KDVê 80 hezar lîre hate xwestin û ji bo plakeyên din çi pêşniyar nehatin kirin û îhale bi encam bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan