Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun beşdarî civîna Yekîtiya Bajarên Dîrokî bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî Duyemîn Civîna Meclîsa Asayî ya Yekîtiya Bajarên Dîrokî bû. Duyemîn Civîna Meclisa Asayî ya Yekîtiya Bajarên Dîrokî ya 2024an li Marmarîsê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê û Şaredariya Menteşê hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Me

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî Duyemîn Civîna Meclîsa Asayî ya Yekîtiya Bajarên Dîrokî bû.

Duyemîn Civîna Meclisa Asayî ya Yekîtiya Bajarên Dîrokî ya 2024an li Marmarîsê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê û Şaredariya Menteşê hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, 300 şaredar û 500 endamên meclîsa şaredariyê beşdarî civîna ku li otelekê hat lidarxistin, bûn.

Lûtkeya Yekîtiya Bajarên Dîrokî ku bi axaftina vekirinê ya Yekîtiya Bajarên Dîrokî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş û Yekîtiya Şaredariyên Peravên Egeyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Muglayê Ahmet Aras dest pê kir, bi "Civîna Meclîsa Yekîtiya Bajarên Dîrokî" berdewam kir. Di civînê de li ser mijara "Zindî Bihêlin Nirxên Dîrokî: Parastina Mîrateya Çandî û Berdewamî" pêşkêşî hatin kirin. Di daxuyaniyan de der barê avahiyên dîrokî û xebatên mîrateya çandî yên li bajarên endamên yekîtiyê de agahiyên berfireh hatin parvekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan