Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak li Semsûrê beşdarî Civîna TBByê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ya ku li Semsûrê hat lidarxistin bû. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ji bo beşdarî civîna Lijneya TBByê bibe bi şaredaran re hat Semsûrê. Civîna ku di bin serokatiya Şaredariya

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ya ku li Semsûrê hat lidarxistin bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ji bo beşdarî civîna Lijneya TBByê bibe bi şaredaran re hat Semsûrê. Civîna ku di bin serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê TBBê Ekrem Îmamoglu, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê, li oteleke bajêr hat lidarxistin. Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu, Şaredara Artvînê Bîlgehan Erdem, Şaredara Edîrneyê Filiz Gencan Akîn, Şaredarê Nevşehîrê Rasim Arî, Şaredarê Zonguldakê Tahsîn Erdem, Şaredarê Bûyûkçekmeceyê Hasan Akgun û Şaredarê Selçuk Fîlgelûz jî di civînê de amade bûn.

Di civîna Lijneya TBByê de rewşa herêmên erdhejê, hevkariya navbajaran û biryarên lijneyê hatin nirxandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan