Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak tevlî merasîma radestkirina wesayîtan a TBBê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî Merasîma Radestkirina Wesayîtan bû ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) ve hatibû lidarxistin.

TBB'ê, rewşa sosyo-ekonomîk, rûbera erdê, nifûs, pêwîstî û daxwazên şaredariyan li ber çavan girt û bi giştî 62 wesayîtên xizmetê bexşî şaredariyên girêdayî gelek partiyên siyasî kir.

Merasîma ku li Enqereyê, li Kampûsa Şaredariya Çankayayê pêk hat, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Cîgirê Serokê TBB'ê Zeydan Karalar, Şaredarê Adiyamanê Abdurrahman Tutdere, Şaredarê Nevşehirê Rasim Ari, Şaredarê Artvînê Bîlgehan Erdem, Şaredara Selçukê Fîlîz Cerîtoğlu Sengel û herwiha serok û rêvebirên şaredariyên ku wesayît ji wan re hatine bexşkirin, beşdar bûn.

Di merasîmê de Cîgirê Serokê TBB'ê Zeydan Karalar axaftinek kir. Piştî axaftina Karalar, mifteyên sembolîk ên wesayîtan radestî şaredaran hatin kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan