Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Endamên meclîsa TBB'ê li Enqereyê bi rojeva qeyûmî civiyan

Desteya Rêveber a Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ji ber ku qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê hat kirin, li Enqereyê civîneke awarte li dar xist. Piştî civîna ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî amade bû, têkildarî tayînkirina qeyûman dê daxuyanî bê dayîn. Serokê

Desteya Rêveber a Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ji ber ku qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê hat kirin, li Enqereyê civîneke awarte li dar xist. Piştî civîna ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî amade bû, têkildarî tayînkirina qeyûman dê daxuyanî bê dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, piştî ku Hevşaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ji peywirê hatin bidûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, lijneya TBBê banga civîneke awarte kir. Li ser vê yekê li Enqereyê Civîna Lijneya Awarte ya TBByê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamên meclisê beşdarî civîna ku bi serokatiya Serokê TBB û Şaredariya Bajarê Mezin a Stanbolê Ekrem Îmamoglu hat lidarxistin bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji kar hat bidûrxistin û qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, ji ber kar û barên xwe bi vîdeo konferansê beşdarî civînê bû.

Têkildarî tayînkirina qeyûman dê piştî civînê daxuyanî bê dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan