Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serkeftinek girîng ji Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di rêya Play-Offê de ji Tîma Volîbolê ya Jinan a Merînosê ya Gazîentapê 3-0 serkeftineke girîng bi dest xist. Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di çarçoveya Pêşbirkên Koma Jinan a Lîga 2yemîn de, li Salona Sporê y

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di rêya Play-Offê de ji Tîma Volîbolê ya Jinan a Merînosê ya Gazîentapê 3-0 serkeftineke girîng bi dest xist.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di çarçoveya Pêşbirkên Koma Jinan a Lîga 2yemîn de, li Salona Sporê ya Koşklerê, bi Tîma Voleybolê ya Jinan a Gaziantep Merinosê re lîst.

Di pêşbirka ku ji aliyê Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê Çetîn Hasgûmûş, Serokê Kulûbê Baran Yilmaz û rêvebiran ve hat temaşekirin, hezkiriyan eleqe nîşan dan û piştgirî dan tîmên xwe.

Di pêşbirkê de Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê 3-0 dijberê xwe têk bir û di rêya Play-Offê de serkeftineke girîng bi dest xist.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê ku bi serkeftina xwe puanên xwe derxist 6an, di Lîga 2yemîn a Koma Jinan a ku ji 11 tîm pêk tê da derket 3yemîn.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariyê di hefteyên pêş de bi têkbirina dijberên xwe armanc dike ku beşdarî pêşbirkên Play-Offê bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan