Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel

Tîmên “Çareseriya Li Cih” bi 800 welatiyî re li qadê hatin gel hev

Tîmên “Çareseriya Li Cih” ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li xalên ciyawaz di standên têkiliyên bi gel de daxwaz, pêşniyar û gilî û gazindên nêzî 800 welatiyan guhdar kirin; 50 daxwaz dan qeydê. Li ser hinek daxwazan xebatên kontrol, paqijî û dermanxistinê hatin kirin, serlêdanên din jî ji bo werin çareserkirin ji yekîneyên peywendîdar re hatin şandin.

Xebatên “Çareseriya Li Cih” ên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca guhdarkirina rasterast a daxwaz, pêşniyar û gilî û gazindên welatiyan li qadê û lezkirina pêvajoyên çareseriyê da destpêkirin, didomin. Tîmên di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Bi Gel Re, Rêveberiya Şaxa Têkiliyên Bi Gel Re, bi rêya standên têkiliyên bi gel û serdanên esnafan re bi welatiyan re tên gel hev.

Tîmên ku li Taxa Huzurevleriya navçeya Kayapinarê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û her wiha li Meydana Deriyê Çiyê ya navçeya Sûrê xalên têkiliyên bi gel ava kirin. Li van deran daxwaz, pêşniyar û gilî û gazindên derbarê xizmetên şaredariyê de hatin guhdarkirin û dan qeydê.

Serdanên esnafan li sîteyên pîşesaziyê

Di çarçoveya xebatên qadê de li Sîteyên Pîşesaziyê yên 2., 3. û 4.an jî serdanên esnafan hatin kirin. Tîmên agahî dan esnaf û welatiyan derbarê kanalên têkilî û serlêdanê yên Şaredariya Bajarê Mezin de û broşûrên ku ev kanal tê de cih digirin belav kirin. Daxwaz û pêşniyarên di serdanan de hatine wergirtin bi sernivîsekê ji daîre serokatî û yekîneyên pêwendîdar re hatin şandin.

50 daxwaz hatin qeydkirin

Di standên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, Meydana Deriyê Çiyê û Taxa Huzurevleriyê hatine avakirin de bi nêzî 800 welatiyan re têkilî hat danîn. Derbarê rê, peyarê, binesaziyê, paqijiya jîngehê û amûrên bajêr de 50 daxwaz hatin qeydkirin û ji bo nirxandinê ji daîre serokatiyên pêwendîdar re hatin şandin.

Serlêdanên ku ketin nava qada berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin ji yekîneyên pêwendîdar re hatin arastekirin û mijarên di nava qada desthilatdariya şaredariyên navçeyan de jî ji şaredariyên navçeyên pêwendîdar re hatin ragihandin.

Li Kayapinarê xebatên kontrol, paqijî û dermankirinê hatin kirin

Piştî xebatên qadê, tîmên Çareseriya Li Cih û tîmên Rêveberiya Zabitayê ya Şaredariya Kayapinarê li Kayapinarê kontrol pêk anîn. Di kontrolan de du cihên kar ên ku hate tespîtkirin bêdestûr in hatin mohrkirin. Neferên Serokatiya Daîreya Zabitayê û Rêveberiya Zabitayê ya Kayapinarê her wiha li ser dagirkirinan û parkkirinên wesayîtan ên bêdestûr jî kontrol kirin.

Tîmên Çareseriya Li Cih û tîmên Rêveberiya Karên Paqijiyê yên Şaredariya Kayapinarê li herêmê xebata paqijiyê meşandin. Tîmên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê jî li dijî mêşên reş û mêşhingivan derman kirin. Di çarçoveya xebatên ku konteynirên çopê jî hatin dermanxistin de, konteynirên li xalên ku pêdivî pê hebû hatin nûkirin. Xebatên derbarê daxwazên din ên ku welatiyan anîne ziman de didomin.

Xalên têkiliyên bi gel re dê werin berbelavkirin

Di çarçoveya “Çareseriya Li Cih” de tê plankirin ku standên têkiliyên bi gel di pêvajoya pêş de li taxên ciyawaz jî werin avakirin. Bi van xebatan re armanc ew e ku welatî bigihîjin xizmetên şaredariyê bi awayekî hêsantir, serlêdanên xwe rasterast bigihînin û daxwaz bi lez bigihîjin yekîneyên pêwendîdar û pêvajoyên çareseriyê leztir bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan