Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran temaşeyî şanoyê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, temaşeyê şanoya bi navê "Gözlerimi Kaparım, Vazifemi Yaparım" kir. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, temaşeyê şanoya "Gözlerimi Kaparım, Vazifemi Yaparım" kirin ku di çarçoveya Turneya 110. Salvegera Şa

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, temaşeyê şanoya bi navê "Gözlerimi Kaparım, Vazifemi Yaparım" kir.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, temaşeyê şanoya "Gözlerimi Kaparım, Vazifemi Yaparım" kirin ku di çarçoveya Turneya 110. Salvegera Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de hat pêşkêşkirin.

"Turneya Mezin a Tirkiyeyê" ya ku “ÎBB Şehir Tiyatroları” bi taybetî ji bo 110. salvegera xwe dest pê kiriye û heft herêmên Tirkiyeyê dihewîne, piştî Eskîşehîr û Enqereyê li Amedê berdewam kir. Lîstik li Amedê di Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê de derket pêşberî temaşevanan.

Lîstika du perdeyî ya ku nivîskarê hoste Haldun Taner di sala 1964an de nivîsandiye, pêvajoya veguherîna civakî ya Tirkiyeyê di navbera Serdema Meşrûtiyeta Duyemîn û dawiya salên 1960î de bi riya jiyana karakterên Vicdanî û Efruz derdixe ser dikê.

Di dawiya lîstikê de ku ji aliyê temaşevanan ve gelekî hat ecibandin, Hevşaredar Bucak û Hatun ji ber performansa xwe lîstikvan pîroz kirin û plaket pêşkêşî Gerînendeya Giştî ya Hunerê ya Şanoyên Bajêr a ÎBByê Ayşegul Îşsever kirin. Îşsever jî pirtûk diyarî Hevşaredaran kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan