Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyan turnuvayên sporê li dar xist

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên Kayapinar, Yenîşehîr, Sûr û Baxlarê turnuvaya werzişê li dar xist. Şaredariyên Bajarê Mezin, Sûr, Kayapinar, Yenîşehîr û Baxlarê ji bo pêşxistina werzîşê Turnuvaya Sporê ya Şaredariyên Navendî yên Amedê li dar xistin. Turnuvaya ku tîmên şaredariyê tê de

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên Kayapinar, Yenîşehîr, Sûr û Baxlarê turnuvaya werzişê li dar xist.

Şaredariyên Bajarê Mezin, Sûr, Kayapinar, Yenîşehîr û Baxlarê ji bo pêşxistina werzîşê Turnuvaya Sporê ya Şaredariyên Navendî yên Amedê li dar xistin. Turnuvaya ku tîmên şaredariyê tê de beşdar bûn, li şaxên futbol û voleybolê hat lidarxistin. Maçên tîmên voleybolê yên jinan û tîmên futbolê yên mêran ku endamên meclîsa şaredariyê beşdar dibin, li Kompleksa Sporê ya 500 Evlera navçeya Kayapinarê dest pê kir.

Di turnuvaya ku Hevşaredarên Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dûndar, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan beşdar bûn, Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Sûrê bi tîmên voleybolê re hatin hemberî hev. Di maça germ û gur de Şaredariya Bajarê Mezin bi ser ket. Di maça futbolê ya navbera Şaredariya Yenîşehîrê û Şaredariya Kayapinarê de tîma Kayapinarê bi ser ket.

Di turnuvaya 5 rojan de dê tîmên ku bi ser bikevin de xelat bên dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan