Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevkariya di navbera Şaredariya Amedê û UNFPAyê ji bo tenduristiya jinan

Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Nûnera UNFPAya Tirkiyeyê Mariam Khan re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de, mijarên tenduristiya jinan û wekheviya zayendî hatin nirxandin.

Hevserokên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Enqereyê çend hevdîtin pêk anîn. Hevşaredaran, piştî hevdîtinên bi Nivîsgeha Koordînatorê Rûniştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), UNICEF û nûnerên Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonyayê (JICA) ya Tirkiyeyê re, bi Nûnera UNFPAya (Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî) Tirkiyeyê Mariam Khan re civîneke berfireh pêk anîn.

Tenduristiya jinan û wekheviya zayendî hat gotûbêjkirin

Di hevdîtinê de, derfetên hevkariyê di warê tenduristiya jinan, wekheviya zayendî û projeyên ji bo komên dezavantaj de hatin nirxandin. Dema ku daxwaza beşdarbûna çalak a şaredariyê di projeyên UNFPAyê de hat destnîşankirin, piştgiriya teknîkî û darayî ji bo xebatên li ser tenduristî û mafên jinan jî hat rojevê.

Di civînê de mijarên wek xurtkirina xizmetên tenduristiyê yên ji bo kêmkirina "mirina dayikan", pêşxistina hişmendiya HPVyê li herêmên gundan, piştgirîkirina projeyên hilberîna pedên ekolojîk û hîjyenîk û organîzekirina bernameyan perwerdehiyê ji bo karmendên şaredariyê hatin gotûbêjkirin.

Tekeza gavên berbiçav

Nûnera UNFPAya Tirkiyeyê Mariam Khan diyar kir ku ew ji nêzîkatiya proaktîf a Amedê ya di mijarên tenduristiya jinan û wekheviya zayendî de kêfxweş in û tekez kir ku ev ê bibe sedema avêtina gavên berbiçav û domdar di van waran de.

Di hevdîtinê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim û Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş jî bi Hevserokan re bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan