Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Du xetên nû yên veguhastina komî hatin çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan, di navbera Ûçkuyular û Zanîngeha Dîcleyê û herwiha di navbera Erganî û Taxa Xanê de rêyên nû yên veguhastina komî ava kir.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo ku xizmetên veguhastinê bi kalîte, rehet û zû bide, xebatên xwe didomîne. Li ser rêya ku bi koda CE3 di navbera Zanîngeha Dîcleyê û Girtîgeha Tîpa D de xizmetê dida, dê 2 wesayît di navbera saetên 20.30 êvarê û 00.30 şevê de bi koda E4 di navbera Ûçkuyularî û Zanîngeha Dîcleyê de bixebitin.

Xeta nû ya Ûçkuyular - Zanîngeha Dîcleyê

Çûn: Zanîngeh – Deriyê Çiyê – Edliye – Kolana Gevran – Rêya Bezînê (Koşuyolu) – Batikent – Bayramoglu – Bayindirlik – Tesîsler – Dîclekent – Metropol – Tekel – Îplik – TOKÎyên Ûçkuyular – Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê.

Veger: Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê – Îplik – Çerxerêka Dinyayê – Dîclekent – Tesîsler – Bayindirlik – Bayramoglu – Batikent – Kolana Gevran – Edliye – Deriyê Çiyê – Zanîngeh.

Dê nêzîkî 3 hezar kes ji vê rêya nû sûd werbigirin.

Rêya Erganî - Taxa Xanê

Serokatiya Daîreya Veguhastinê ji bo dabînkirina gihîştina welatiyên gundî bo navendên navçeyan jî xebatan dimeşîne. Di vê çarçoveyê de di navbera navçeya Erganî û Taxa Xanê de rêyeke nû ya veguhastina komî hate çêkirin. Dê nêzîkî 3 hezar kes ji 8 taxan ji vê rêyê sûd werbigirin.

Xizmeta veguhastina giştî dê di Duşemê, 7'ê Tîrmehê de dest pê bike. Otobus dê di navbera saetên 06.00ê sibehê û 17.00ê êvarê de xizmetê bide.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan