Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rêyeke nû ya ji bo 14 gundan li Erxenî hate vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera Erxenî û Taxa Selmanê de rêyeke nû ya veguhastina komî ava kir ku dê 14 cihên niştecihbûnê tê de hebin.

Serokatiya Daîreya Gihandinê, ji bo karûbarên veguhastina giştî birêkûpêk, aborî, rehet, ewle û bigihişte hemûyan bin, xebatên xwe didomîne. Daîreyê ji bo welatiyên li taxên gundewarî karibin xwe bigihînin navenda navçeyan, xebatên nû dimeşîne û di vê çarçoveyê de di navbera navçeya Erxenî û Taxa Selmanê de rêyeke nû ya veguhastina giştî ava kir. Welatiyên li taxên wek Tilxizûrê, Hêrsinê, Hîlarê, Şêxsiwarê, Kolbextê, Zeynelanê, Axcamêrkê, Bervanê, Kayakêsanê, Keyanê, Selmanê, Helawokê, Çaqirfeqrê û Xendekê dê ji vê rêya nû sûd werbigirin.

Karûbarê veguhastina komî dê di 1'ê Îlonê, roja Duşemê dest pê bike. Otobus dê di navbera saet 06.00'an û 18.00'an de xizmetê bide.

Erxenî-Selman (1 Wesayit)

Rojên Nava Hefteyê

Erxenî06:0012:0017:00

Selman07:0013:0018:00

Dawiya Hefteyê (Şemî)

Erxenî06:0012:0017:00

Selman07:0013:0018:00

Rêgeh

Erxenî – Tilxizûrê- Hêrsinê- Hîlarê- Şêxsiwarê- Kolbextê- Zeynelanê- Axcamêrkê- Bervanê- Keyakêsanê- Keyanê- Selmanê- Helawokê- Çaqirfeqrê û Xendekê

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan