Vizyona turîzmê ya Amedê li Koreya Başûr hate nasandin
Cîgira Sekreterê Giştî Ozlem Tekîn ku beşdarî 2yemîn Civata Giştî ya Tora Bajarên Hûmanîst ên Cîhanê ya li Koreya Başûr bû (ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî endama wê ye), vizyona turîzma domdar ku parastina mîrata çandî û bihêzkirina aboriya herêmî digire bingeha xwe, parve kir.
Civata Giştî ya 2yemîn a Tora Bajarên Hûmanîst ên Cîhanê (WHCN), di navbera dîrokên 29–31ê Cotmehê de bi mijara “Di Cîhaneke ku Diguhere de Ya ku Dimîne Çi ye?” li bajarê Andongê yê Koreya Başûr tê lidarxistin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi vexwendina torê beşdarî civata giştî ya ku tê de parastina mîrata çandî û geşedana domdar a bajaran hatin nirxandin bû, ji aliyê Cîgira Sekreterê Giştî Ozlem Tekîn ve hate temsîlkirin.
Mîrata çandî û turîzma domdar hatin nirxandin
Tekîn ku di çarçoveya civata giştî de beşdarî rûniştina “Mîrata Çandî û Turîzma Domdar” bû, stratejiya turîzmê ya Amedê û têkiliya vê stratejiyê ya bi aboriya herêmî re rave kir. Tekîn, nêzîkatiya turîzmê ya ku parastina dewlemendiyên dîrokî û çandî yên bajar digire bingeha xwe, bi beşdarên navneteweyî re parve kir.
Tê armanckirin ku tevkariya turîzmê ya ji bo aboriya herêmî bê zêdekirin
Di çarçoveya vizyona turîzma domdar a Amedê de tê armanckirin ku hilberînerên herêmî, esnaf û tax ji çalakiyên turîzmê zêdetir sûd wergirin. Bi vê nêzîkatiya ku parastina mîrata çandî û geşepêdana aborî bi hev re digire dest, tê armanckirin ku faydeya ku turîzm peyda dike li seranserê bajar bê belavkirin.
