Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan kupaya yekemîn diyarî Hevşaredaran kir

Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin, ku di 8 pêşbirkên ku li bajêr lîstin de bi ser ket û li parêzgehê bû yekemîn, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin û kupaya yekemîn pêşkêş kirin. Werzişvanên Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rahê

Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin, ku di 8 pêşbirkên ku li bajêr lîstin de bi ser ket û li parêzgehê bû yekemîn, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin û kupaya yekemîn pêşkêş kirin.

Werzişvanên Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rahêner û Serokê Klûba Sporê ya DBBê Baran Yilmaz, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin.

Werzişvanên Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên ku di Koma A ya jinên ciwan de 8 pêşbirk, di nîvfînalê de 6 û di fînalê de 2 pêşbirk bi ser ketin û li Amedê bûn yekemîn, kûpaya ku bi dest xistin pêşkêşî Hevşaredaran kir.

Kaptanê tîmê Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun vexwend maça ku Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di Koma 15emîn a Lîga 2yemîn a Voleybolê ya Jinan de têdikoşe, dê roja yekşemê li Salona Sporê ya Koşklerê bi Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê re bilîze. .

Hevşaredaran tîmê pîroz kirin

Hevşaredaran ji ber serkeftina tîmê pîroz kirin û di pêşbirkên herêmê de hêviya serkeftinê ji wan re xwestin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan